Mihemed Şahîn: Dewleta Tirk ji ber dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê bi fikar e

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Şahîn got dewleta Tirk DAIŞ`yên biyanî di nava “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” de ji nû ve bi rêxistin dike û bi vê yekê hewl dide hemû hewldanên Rêveberiya Xweser ên dadgehkirina bi hezaran çeteyan têk bibe.

Mihemed Şahîn: Dewleta Tirk ji ber dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê bi fikar e
24 hezîran, 2020   06:51
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Di salvegera 5`emîn a komkujiya Kobanê de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve û bi desteka dewleta Tirk di 25`ê Hezîrana 2015`an de pêk hat, Mihemed Şahîn ji ANHA`yê re axivî.

Mihemed Şahîn got: "Avakirina DAIŞ`ê di sikakên kûr ên hindek dewletan de pêk hat û di serî de Tirkiye. Ev yek ji her kesî ve xuya ye. Dewleta Tirk çeteyan ji deverên cuda ji cîhanê tîne, wan perwerde dike, bi çek dike û derbasî Sûriyê dike da ku ejindeyên dewleta Tirk di avakirina hêzekî siyasî û îslamî li ser erdnîgariya Sûriyê pêk bîne, Kurdan qir bike û hebûna wan tune bike. Komkujiya Kobanê yek ji wan armancan e."

‘KOMKUJIYA 25`Ê HEZÎRANÊ JI BO TOLA TÊKÇÛNA WAN DI ŞERÊ BAJÊR DE PÊK HAT’

Di êrişên tolhildanê de ji bo bersivdayîna têkçûna wan di şerê bajêr de çeteyên DAIŞ`ê 233 sivîl ji şêniyên bajarê Kobanê li ser sînorê Tirkiyê û gundê Berx Botan ê başûrê bajêr di 25`ê Hezîrana 2015`an de kuştin. Vê komkujiyê raya giştî ya herêmî û cîhanê di şerê navxweyî yê Sûriyê de hejand.

Mihemed Şahîn wiha pê de çû: "QSD`ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî operasyonên leşkerî pêk tîne da ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê tune bike. Lê belê hewldanên Tirkiyê ji bo vejandina xetereya cîhanê di şexsê DAIŞ`ê de, didomin û dibe ku bi navên din jî bin. Ev yek xetereyê li ser ewlehiya stratîjîk a pêşerojê çêdike heger ku bi awayekî baş doz neyê çareserkirin. Di heman demê de bi deh hezaran çete di girtîgehên QSD`ê de ne."

Komseriya Mafên Mirovana NY`yê di Hezîrana 2019`an de bang li dewletan kir ku malbatên çeteyên biyanî ku li Sûriyê û Iraqê hatine kuştin yan jî girtî ne bibin gel xwe û di nav de 29 hezar ji zarokên çeteyên DAIŞ`ê ku ji 50 dewletên cuda ne û di girtîgehên QSD`ê de ne.

Belge û dîmenan peyitand ku çeteyên DAIŞ`ê di nava "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî Tirkiyê de di êrişên li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şer dikin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihmed Şahîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiyê gelek serçete û endamên DAIŞ`ê rizgar kirin û ew ji nû ve di nava "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" de bi rêxistin kir. Lê ew ji ber endamên ku di girtîgehên QSD`ê de ne û dozên dadgehkirina wan bi fikar e. Yek ji armancên hemleya Tirkiyê ya dawîn li dijî Girê Spî û Serêkaniyê serbestberdana endamên DAIŞ`ê bû."

Rêxistina Efûyê ya Naventeweyî artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên di nav de DAIŞ`ê tawanbar kiribûn ku di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sûcên mezin û sûcên şer pêk anîne.

(bx)

ANHA