Apê Îbo Îbrahîm… ji tunebûnê hebûnê çêdike

Apê Îbo Îbrahîm bi armanca şikandina keysbaziyê, rûbera erdê mala xwe ya ku hatiye topbarankirin, bi buostanekî biçûk çand, tê de hemû cureyên sebze û meywe çandine û sewalan tê de xwedî dike.

Apê Îbo Îbrahîm… ji tunebûnê hebûnê çêdike
Apê Îbo Îbrahîm… ji tunebûnê hebûnê çêdike
Apê Îbo Îbrahîm… ji tunebûnê hebûnê çêdike
Apê Îbo Îbrahîm… ji tunebûnê hebûnê çêdike
Apê Îbo Îbrahîm… ji tunebûnê hebûnê çêdike
Apê Îbo Îbrahîm… ji tunebûnê hebûnê çêdike
23 hezîran, 2020   07:52
HELEB-MIHMED HENAN

Piştî nirxên kel û pelan li seranserî Sûriyê buha bûn, piraniya welatiyên bajarê Helebê neçar man berê xwe bidin rê û rêbazên cuda, lewma li rûberên biçûk û banên malên xwe sebzeyan diçînin.

Apê Îbo Îbrahîm ji gundê Borazê yê navçeya Şêx ê kantona Kobanê ye, ji beriya 13 salan ve tevî malbata li gundê Pino yê li herêma Şiqeyêf a li Helebê dijî, rewşa debara malbatê wekî rewşa gelek malbatên e ku bi armanca derbaskirina aloziya bilindbûna nirxên madeyan, sebzeyan diçînin.

Îbo Îbrahîm li komîneke taxê dixebite, dema diçe malê piraniya demê xwe bi hevjîn û keça xwe re derbas dike, hem çandiniyê dikin hem jî sewalan xwedî dikin, anku apê Îbo vî karî weke behreyekî bi kar tîne û wextê xwe yê vala pê dadigire.

Îbo Îbrahîm gelek cureyên sebzeyan li nava bexçeya biçûk çandine ji wan"Xes, nana(dermantirşik), beqdûnis, pîvaz, perpar, lûbiya, fasûlî, xiyar, firingî, bacanê reş û gelek cureyên daran ên wekî darên hejîr, hinar, sêv û tirî."

Li gel çandina daran û sebzayan, apê Îbo sewalên wek bizin, kîfroşk, mirîşk, kevok û mêşên hinguv xwedî dike.

Îbo Îbrahîm ji ANHA`yê re anî ziman ku lîreya Sûriyê beramberî dolar daketiye, bazirgan madeyan buha dikin û xelkê keysbaz dikin, lewma wan xwest vê pirsgirêkê derbas bikin û bi çandina sebzeyan rewşa darbarê baştir bikin.

Ev ne cara yekemîn e ku apê Îbo Îbrahîm berê xwe dide çandiniyê, lê dema artêşa Tirk a dagirker êrişî taxê kir û li milekî çeteyan herêm dorpêç kir û li milekî din jî hikumeta Sûriyê 2012`an û 2016`an herêm dorpêç kir, apê Îbo sebze çandin û pê debara xwe kir.

Îbo Îbrahîm destnîşan kir ku ji zaroktiya xwe de bi çandiniyê ve mijûl dibe û piştî çar salan mala xwe bir gundê Pino yê herêma Şiqeyêf li taxê şer dest pê kir, lewma zor û zehmetiya debara malbata xwe  kişandiye û vê yekê hişt ku berê xwe bide çandiniya sebzeyan.

Îbo Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku xaniyê wî wekî gelek malên li taxê rastî topbaranê hat, lewma da ku bibe bersivek ji topbaranê re wî gelek dar û sebze li malê çandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YcQ6wr0Z_EY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>