Rojeva rojnameyên erebî – 23 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, nakokiya li ser Lîbyayê û aloziya Lubnanê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 23 Hezîran
23 hezîran, 2020   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: EL-COLANÎ ŞERÊ TESFIYEKIRINÊ LI DIJÎ HEVRIKÊN XWE BI ERÊKIRINA TIRKIYÊ PÊK TÎNE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nisîvî: "Heyet Tehrîr El-Şam duh fermandarekî cîhadîst ê navdar bi navê Ebû Malik El-Tilî li bejarê Idlibê girt. Ew jî bi hedefa perspektîfa tesfiyekirinê ji Ebû Mihemed El-Colanî ya tevahî hevrik û dijberên siyaseta Tirkiyê li herêmê de hat, nesaxim jî li gorî peymanên dawîn bi Rûsyayê re."

Li gorî rojnameyê, girtina El-Tilî piştî çend rojan ji tesfiyekirina fermandarên rêxistina Huras El-Dîn bi firokeya bêpîlot li rojavayê Idlibê, pêk hat. Di heman demê de li ser hesabên Telegramê yên rêxistina El-Qaîde tawanên li dijî serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şamê hatin ku piştî kuştina berpirsê leşkerî yê Huras El-Dîn Xalid El-Arorî (Ebû El-Qesam El-Urdinî) û fermandarê Artêşa El-Badiye Bîlal El-Senayî ye. Ev tawan di nava cîhadîstan de rastî nîqaşên mezin hatin.

El-Tilî di 7’ê Nîsana par de ji Heyet Tehrîr El-Şam veqetî û koma çekdar a bi navê “Lîwa Muqatilîn El-Ensar" ava kir. Ebû Malik li dijî Heyet Tehrîr e ku bi Enqereyê ve hatiye girêdan û li dijî peymanên Rûsya-Tirkiyê der barê herêma bêçek de ye.

Li gorî cîhadîstan pêngava girtina El-Tilî û beriya wê jî tesfiyekirina fermandarên Huras El-Dîn ku hê jî tê texmînkirin ku di rojên bê de zêde bibin, ne jî şewqa kesk a Tirkiyê bûya, pêk nedihat. Ji ber ku ji berjewndiya Enqereyê ye hêz û yekitiya Heyet Tehrîr El-Şam hebe ku xizmetî ajandayên wê yên li Sûriyê bike.

UKAZ: EWROPA LI DIJÎ TIRKIYÊ; ŞERÊ LI LÎBYAYÊ GURTIR DIBE

Der barê mijarê de rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Duh YE’yê der barê gurkirina şerê li Lîbyayê de dewleta Tirk tawanbar kir, her wiha berdevkê fermî yê YE’yê Peter Stano bang li aliyên aktîf ên aloziya Lîbyayê kir ku şer kêm bikin, dan û standinan teşwîq bikin, li aliyekî din jî piştrast kir ku pêwîstiya Lîbyayê bi şerê zêde nîn e û dê destwerdanên derve şer gurtir bikin û got Enqere zimanê hêzê bi kar tîne û di şandina bi hezaran çekdaran de berdewam e."

ŞERQ EL-EWSAT: SEROKÊN HIKUMETÊN BERÊ YÊN LUBNANÊ HEVDÎTINA NÎŞTIMANÎ BOYKOT KIR

Girêdayî mijara Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Serokên hikumetên berê yên Lubnanê Fuad Senyore, Temam Selam, Seid Herîrî û Necîb Mîqatî ragihand ku beşdarî hevdîtina nîştimanî ya ku serokê Lubnanê Mîşêl Ewn roja pêncşemê banga wê kiriye, nabin û bi "demwindakirinê" bi nav kir.

(fr)