‘Êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd in’

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Kurdistanê şeremezar kirin û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan in.

‘Êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd in’
‘Êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd in’
‘Êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd in’
‘Êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd in’
‘Êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd in’
‘Êrişên dewleta Tirk ên dawîn berdewama komployên li dijî gelê Kurd in’
21 hezîran, 2020   11:55
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji sibeha 16’ê Hezîranê de êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike. Ji bo şermezarkirina wan êrişan, îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan meşek li dar xist.

Meşê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ve dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Xebat a li naverasta navçeyê ve kete rê. Xwepêşandêran wêneyên şehîdên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên "Na ji bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst re" hildan.

Xwepêşandêran êrişên dewleta Tirk a dagirer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê bi rêya dirûşmên "Na ji dewleta Tirk a dagirker re " û "Erê ji berxwedana li hember êrişên Tirkiyê re" red kirin.

Li Qada Şehîd Xebat mîtîngek hate lidarxistin, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Ubêd axivî û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn li ser kampa Mexmûrê û Şengalê berdewama komployên li dijî gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan in."

Hesen Ubêd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên dawîn li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şikandina vîna gelê Kurd û Kurdistanê hedef digire û wiha bi dawî kir: "Ev sûc vîna gelê me naşikînin, ji ber ku gel bi rêya şoreşa Rojava vîn û hêza xwe sepand."

(fr)

ANHA