Malbatên şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk li qadan in

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, îro malbatên şehîdan û bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo herikîn qadan.

Malbatên şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk li qadan in
Malbatên şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk li qadan in
Malbatên şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk li qadan in
Malbatên şehîdan li dijî êrişên dewleta Tirk li qadan in
21 hezîran, 2020   08:13
QAMIŞLO

Bi banga Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê û bajarê Dêrikê bi hezaran malbatên şehîdan û şênî herikîn qadan ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar bikin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên sivîl ku di êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê de şehîd bûbûn û pankartên "Na ji bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst ji qirkirina gelê Kurd re" hildan.

Tê payîn ku di xwepêşandanê de axaftin bi navê malbatên şehîdan bê kirin.

Çalakî dewam dike.

(fr)

ANHA