‘Armanca Tirkiyê dorpêçkirina projeya neteweya demokratîk e’

Hevserokê Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Dirbêsiyê Silêman Xelîl got: “Armanca êrişên dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd, bi taybet jî Kurdên Êzidî û dorpêçkirina projeya neteweya demokratîk e. Divê gelê me li dijî dagirkeriya Tirk serî hilde."

‘Armanca Tirkiyê dorpêçkirina projeya neteweya demokratîk e’
21 hezîran, 2020   06:22
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Di şeva 14’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi balefiran êrişî wargeha Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastina Medyayê kir. Hevserokê Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê Silêman Xelîl girêdayî armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ji ANHA’yê re axivî.

Xelîl wiha dest bi axaftina xwe kir: “Tirkiye di bin navê parastina ewlehiya xwe ya neteweyî de, sivîlên li başûrê Kurdistanê dike hedef. Ruxmî, dîrok  şahid e ku gelê Kurd êrişî kesekî nakin. Armanca êrişên Tirkiyê qirkirina gelê Kurd, bi taybet jî Kurdên Êzidî ye. Piştî ku gelê Êzidî gelek destkeftî bidest xistin û ji bin kavilên êrişên DAIŞ`ê yên sala 2014`an rabû, vê carê jî dewleta Tirk êriş kir. Êriş di radeya duyemîn de projeya neteweya demokratîk a ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê banga wê dike, dike hedef.”

Têkildarî bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hember êrişan Xelîl anî ziman ku ev nîşaneya hevpariya wan bi êrişan re ye.

Di dawiyê de Xelîl bang li gelê Kurd kir ku li dijî êriş û siyasetên Tirkiyê yên ku qirkirina gelê Kurd dikin armanc, serî hildin û got: "Divê gelê Kurd li hundir û derve dakevin qadên berxwedanê û banga rawestandina êrişên Tirkiyê bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/by-GcVSdzhU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>