ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-6-2020`AN
20 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Malbatên şehîdan ên navçeya Amûdê bi meşekê êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûêr Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê li buroya PYD'ê ya bajarê Qamişlo didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena got: “Armanca tevgerên Tirkiyê yên dawî firehkirina rûbera dagirkeriyê ye. Dixwaze careke din herêmê û gelê wê bike hedef. Dagirkeriya Tirk lihevkirinên navdewletî binpê dike û divê civaka navdewletî wê rawestîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê gotin: “Tekane rêya xelasiya ji êrişên dagirkeriyê û parastina destketiyên gelê Kurd yekîtiya kurdî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Saziyên Civaka Sivîl ê Navçeya Şedadê Elaa Umer got: “Tevgerên artêşa Tirk a dagirker ên li Sûriyê û dewletên Ereb tevgerek fireh a terorîstan ye. Armanca wan vegerandina dewleta Osmanî ye. Em bang li pêkhateyên herêmê dikin ku li dijî komployên hêzên faşîst asta têkoşînê bilind bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê ya herêma Firatê Mustefa Ebdî got: “Armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê,  ew e ku hewldanên dawîn ên di navbera Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî û ENKS`ê yên ji bo yekîtiya Kurdî, tên bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Berdevkê Komisyona pêşwazîkirina Koçberan a ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê Îdo Şekir got: “Vegera Êzidiyan ji warê xwe re, bersivek xurt a li dijî êrişên Tirkiyê ye. Şêniyên Şengalê rojane ji kampên başûrê Kurdistanê vedigerin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Dewleta Tirk dijminahiya hemû Kurdan dike. Li bakurê Kudistanê siyasetmedaran bin çav dike, bajarên Rojava dagir dike û êrişê başûrê Kurdistanê dike. Lêkolînerekî Kurd dibêje: “Ji Kurdan tê xwestin yek bin da ku li hemberî êrişên qirkirinê bisekinin.” (BI WÊNE).

CÎHAN

- Hefteya borî DYA'yê dest bi pêkanîna Qanûna Qeyser a li dijî hikumeta Sûriyê kir. Îmarat û Misir hewl didin koalîsyonekî Erebî-Ewropî li dijî destwerdanên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn ava bikin. Li aliyekî din jî nediyar e ku rewşa Lubnanê ber bi ku ve diçe. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Endamê Desteya Hevserokatiya PYD û endamê şandeya Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd Aldar Xelîl, ragihand ku lihevkirina di navbera aliyên kurdî li Sûriyê de, lihevkirinekî destpêkê ye û got di nêrîna siyasî ya aliyên kurdî têkildarî gelê Kurd û pêşeroja wî li herêmê, tu nakokî tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

POLÎTÎKA

- Hevserokê Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Dirbêsiyê Silêman Xelîl got: “Armanca êrişên dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd, bi taybet jî Kurdên Êzidî û dorpêçkirina projeya neteweya demokratîk e. Divê gelê me li dijî dagirkeriya Tirk serî hilde." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Buroya Jin a MSD'ê komxebatekê li ser  "Jin û girîngiya beşdarbûna wê di siyasetê de" li avahiya Desteya Jinê ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA