‘Armanca êrişên li ser  Herêmên Parastinê yên Medyayê têkbirina yekîtiyê ye’

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê ya herêma Firatê Mustefa Ebdî got: “Armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê,  ew e ku hewldanên dawîn ên di navbera Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî û ENKS`ê yên ji bo yekîtiya Kurdî, tên bibin.”

‘Armanca êrişên li ser  Herêmên Parastinê yên Medyayê têkbirina yekîtiyê ye’
21 hezîran, 2020   03:33
KOBANÊ- SAMIR OSMAN – UMER MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker 15’ê Hezîranê de êrişî, Şengal, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê yê herêma Firatê Mustefa Ebdî got: “Herêmên ku Tirkiye niha êrişî wan dike, gelê ku ji ber kiryar û sûcên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê reviyane, lê dijîn. Ev yek tekez dike ku Tirkiyê rûyê xwe yê rast derxistiye.”

Mustefa Ebdî wiha anî ziman: "Tirkiye ji wan kesên ku xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rêxistin dikin, ditirse. Tirkiye hewl dide ku gelê Kurd tu destkeftiyên siyasî û leşkerî bidest nexe. Piştî ku çeteyên dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe şandin Lîbya û Sûriyê bin ketin, vê carê Tirkiyê dest ji şerê wekaletan berda û dest bi êrişên raste rast kir. Em ji ber bêdengiya navnetewî ya li dijî sûcên dewleta Tirk, matmayî ne. Tevî ku bi hezeran belge û îsbat hene û di raporên navnetewî de behsa wan hatiye kirin. Her wiha raporên rêxistinên mafên mirovan ku îsbat dikin Tirkiyê li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk anîne.”

Mustefa Ebdî bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku helwestên cidî nîşanî sûcên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd ê li herçar parçeyên Kurdistanê pêktîne, bike.

Mustefa Ebdî bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hember sûcên Tirkiyê rabin.

Ebdî di dawiya axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk dixwaze hewldanên dawîn ên di navbera ENKS`ê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî de ku ji bo yekîtiyê pêk tên, têk bibe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sZiCUMK8L1g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>