Rêxistinên civaka sivîl: Êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê berdewama êrişên DAIŞ`ê ne

Rêxistinên civaka sivîl ên li herêma Tebqayê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Şengal, kampa Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewama êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê ne.

Rêxistinên civaka sivîl: Êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê berdewama êrişên DAIŞ`ê ne
17 hezîran, 2020   11:16
TEBQA

Têkildarî êrişên dawîn ên li dijî Şengalê, rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek li pêşiya avahiya navendê ya li taxa Sanî ya Tebqayê da. Hevserok Setam Ferec êrişên hovane yên ku Erdogan li dijî Şengalê pêk tîne, şermezar kirin û bang li rêxisinên mafnas û Meclisa Ewlehiyê kir ku hedekî ji êrişên li dijî şêniyên Şengalê û kampa Mexmûrê re deynin.

Daxuyaniyê diyar kir ku Tirkiye hewl dide xewnên bav û kalên xwe yên Osmanî dubare bike, dewleta Tirk bi van sûcan û piştgiriya rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ, Cehbet El-Nusra û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, hewldana qirkirina etnîk dike.

Her wiha daxuyaniyê amaje bi qehremaniya QSD`ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk û vîna gelan a ku nûnertiya biratiya gelan dike, kir. Daxuyaniyê di dawiyê de şehîdên di rêya azadiyê û rizgarkirina xakê ji terorîstan û avakirina projeya neteweya demokratîk canê xwe feda kirine, hatin bibiranîn.

(eh)

ANHA