'Sema Yuce sembola azadiyê ye'

Arjîn Kobanê diyar kir ku ew bi saya berxwedana şehîd Sema Yuce dijîn û bersiva êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin. Arjîn tekez kir ku ew ê heta pêkanîna azadiyê gelê bindest şopdarên rêya têkoşer û berxwedêran bin.

'Sema Yuce sembola azadiyê ye'
17 hezîran, 2020   11:12
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 22`yemîn a şehadeta têkoşer Sema Yuce îro Kongreya Star a bajarê Hesekê civînek li dar xist. Tê zanîn ku şehîd Sema Yuce ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin û li hemberî vî kiryarî agir berda canê xwe û gihaşt asta şehadetê.

Civîn li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan jinan, endamên kongreyê, endamên saziyan û navendên sivîl ên bajêr bi rê ve çû. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir paşê li ser navê Kongreya Star endama Kongreya Star a rojhilatê navçeyê Arjîn Kobanê semînerek da.

Arjîn Kobanê bal kişand ser kesayeta têkoşer Sema Yuce ku wekî şehîdên din bi armanca şikandina îradeya dijmin û qezenckirina azadiyê agir berda canê xwe, her wiha da ku li hemberî xeta îxanetê ya ku dewleta Tirk a dagirker di girtîgehên xwe de bi kar tîne û azadîxwazan binçav dikin. Arjîn wiha axivî: "Bi rêya bersivdayîna êrişên li dijî herêmên me em şopdarên wê berxwedanê ne, ji ber êrişên derve qirkirina gelên li herêmê dike armanc."

Arjîn anî ziman ku şehîd Sema Yuce bi têkoşîna ku di girtîgehên Tirkiyê de meşand û redkirina siyasetên Tirkiyê yên ku hewldana tunekirina têkoşerên Kurd dike, bûye sembol û pira azadiyê. Arjîn Kobanê da zanîn ku Sema Yuce ji bo bidawîkirina fikrên nîjadperest ên li dijî jinan tên meşandin li ber xwe da û ji civakê re îsbata vîna jinan kir, li gel vê yekê bi têkoşîna xwe rê li pêşiya azadiyê û wekheviyê vekir.

Di dawiya civînê de Arjîn Kobanê soza berdewamkirina rêya têkoşer û berxwedêran heta pêkanîna azadiya gelê bindest da.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Sema Yuce di sala 1971`an de li bajarê Agirî ji dayîk bûye, ji zarokatiya xwe ve bi kesayeta Leyla Qasim û Leyla Xalid bandor dibe, lewma xewna wê bû ku mîna wan ji bo azadiyê tê bikoşe. Piştî Sema Yuce Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dike û tev li refên gerîla dibe, ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin û di 21’ê Nîsana 1998`an de agir berdide canê xwe û di 17’ê Hezîrana 1998`an de digihêje şehadetê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hTQS2wfy4-c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>