​​​​​​​Li Kobanê çandiniya avî bi paş de ketiye

Çandina avî li gundewarên bajarê Kobanê bi awayekî berbiçav bi paş de ketiye. Sedemên wê jî kêmbûna madeya mazotê, bilindbûna buhayên pêwîstiyên çandiniyê û kêmbûna buhayê berheman e.

​​​​​​​Li Kobanê çandiniya avî bi paş de ketiye
​​​​​​​Li Kobanê çandiniya avî bi paş de ketiye
​​​​​​​Li Kobanê çandiniya avî bi paş de ketiye
​​​​​​​Li Kobanê çandiniya avî bi paş de ketiye
17 hezîran, 2020   08:57
KOBANÊ – SAMIR OSMAN

Li gundewarên rojavayê Kobanê li cihên sereke çandiniya avî tê esasgirtin. Lê gelek cotkaran dev jê vê yekê berdaye. Hin cotkarên din jî ji xwe re kuncî û zebeşan diçînin piştî ku ji mewsima genim û ceh tu sûd wernegirt.

Cotkarê bi navê Xişman Besrawî ji gundê Bîrlûs e û wiha got: "Pirsgirêka kêmbûna mazotê heye. Em pêdiviyên pêwîst bi dolar dikirin û berhemên me bi lîreyê Sûriyê têne kirîn."

Xişman Besrawî wiha domand: "Îsal me 3 caran mazot wergirt. Beşa 4`emîn ji a mazotê nehat belavkirin. Ew jî ji bo temambûna sinbilan girîng e, her wiha semad jî pir buha ye."

Gundên Talik, Bîrlûs, Derbnob, Koplik, Sêf Elî, Îlcax, Dikirman, Diwêrat, Boraz, Rehef Boraz, Qibe, Ceida û her wiha gelek gundên din zêdetir çandiniya avî lê tên kirin.

Girêdayî mijarê, cotkarê bi navê Welîd Hesen ji gundê Dirbazîna Jêrîn e û ev tişt anî ziman: "Par min nêzî 9 milyon lîreyê Sûriyê zirar kir. Ji ber min semad û tov bi buhayên bilind kirîn, parçeyên dînemoyên avê jî min guhertin û li beramberî wê jî berhem bi buhayên kêm hatin firotin."

Welîd Hesen wiha pê de çû: "Cotkar nikarin bi buhayên bilind semadê bikirin. Ji ber ku berhem, çi genim be yan berhemên din be, bi buhayên herêmî têne firotin."

Welîd Hesen bang li aliyên pêwenîdar kir ku çandiniya li wan gundan biprêze û piştast kir ku ew dikarin hemû jêderên çandiniyê ku aboriya çandinî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş dike, biçînin.

Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma Firatê Sewsen Cemal Daban jî destnîşan kir dabînkirina mazotê ji patozên li herêma Firatê re tê xwestin ku beşa 4’emîn a mazotê li ser hin gundan bisekînin û vê yekê bandoreke neyînî li çandiniyê kir.

Sewsen Cemal Daban got îsal ji bo pirsgirêk dubare nebe dê mazotê ji hemû cotkaran re peyda bikin.

ji bo bilindbûna buhayên semadê Sewsen Cemal Daban wiha got: "Rêveberî semadê ji derve bi pereyên biyanî dikire û ev yek jî zirarê dide cotkaran, ji ber berhemên wan bi pereyên herêmî têne firotin."

Sewsen Cemal Daban di dawiyê de wiha axivî: "Ji bo kêmkirina barê cotkaran ji bo semada ku cotkaran par bi deyn kiribû, lêkolînek heye da ku buhayên madeyên ku demên berê hatine kirîn, werin kêmkirin."

bx

ANHA