Yewnanistan: Tirkiye biryarên Meclisa Ewlehiyê binpê dike

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias îro bi twittekê ragihand ku destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Yewnanistan: Tirkiye biryarên Meclisa Ewlehiyê binpê dike
14 hezîran, 2020   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Yewnanistanê da zanîn ku destwerdana Tirkiyê "têgihên rewabûnê " binpê dike, lewma divê Ewropa bi rêya ‘Operasyona  Îrînî’  ku serkêşiya wê li Deryaya Spî dike, rêkirina çekan ji Lîbyayê re qedexe bike.

Nikos Dendias bal kişand ser nexşeya sînorên deryayî yên ku beriya niha Yewnanistanê bi Îtalyayê re îmze kiribû û da zanîn ku divê Atîna derfeteke wiha ji destê xwe bernede.  Dendias  spasiya Misirê li ser kontrolkirina peravên xwe kontrol kir û nehişt koçber ber bi Ewropayê ve derbas bibin. Tê zanîn ku Misirê li beramberî vê yekê berdêl ji YE`yê nexwest.

Her wiha wezîr got ew dixwazin bi Tirkiyê û dewletên herêmê re gavên baş biavêjin, lê mixabin diyar e ku Tirkiye xwedan berjewendî ye û şantajan dike û ev jî nayê pejirandin.

Nikos Dundas di dawiya axaftina xwe got ew ê Yewnanistan parastina mafên xwe bike, lê mafên parastina rewa ji NY`yê tên xwestin û Yewnanistan ji bo parastina serweriya xwe amade ye.

(eh)