Balafireke Tirkiyê ku tê de 126 çeteyên sûrî hebû gihaşt Lîbyayê ‎

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî çeteyan ji Sûriyê dişîne Lîbyayê û îro balafireke Tirkiyê ku tê de 126 çeteyên sûrî hebûn gihaşt Lîbyayê.

Balafireke Tirkiyê ku tê de 126 çeteyên sûrî hebû gihaşt Lîbyayê ‎
13 hezîran, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Erebiyê diyar kir çavkaniyan da zanîn ku balafireke Tirkiyê ku tê de 126 çeteyên sûrî hebûn gihaşt Lîbyayê.

Di pênşema borî de hêzên Wîfaqê bi bîr xistibû ku Tirkiyê vekirina pira asîmanî bi Lîbyayê re ragihand.

Hikumeta Wîfaqê parve kiribû ku 4 balafirên leşkerî(C130) yên Tirkiyê ku erzaq bar kiribûn ber bi Misratayê ve çûn.

Hikumetê dabû zanîn ku 13 balafirên Tirkiyê derbasî Lîbyayê bûne.

Kiryarên dewleta Tirk di demeke wiha de pêk tên ku NY`yê domdar hewldana lidarxistina diyalogên di navbera hikumeta Wîfaqê û artêşa Lîbyayê de dike û pê re çareseriya siyasî misoger bike.

(eh)