Rojeva rojnameyên erebî – 13 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa derbasbûna Tirkiyê li Sûriyê, rewşa Iraqê û nakokiya di navbera Enqere û Beyrûtê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 13 Hezîran
13 hezîran, 2020   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: LÎREYA TIRKIYÊ DERBASÎ BAKURÊ SÛRIYÊ DIBE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Piştî biryara komên leşkerî û meclisên herêmê yên bi piştevaniya Enqereyê êdî lîreya Tirkiyê derbasî bakurê Sûriyê bû."

Di rojnameyê de ev tişt hate gotin: "Li beramber hilweşîna lîreya Sûriyê, saziyên opozîsyon, leşkerî û sivîl lez da ku pişta xwe bidin lîreya Tirkiyê."

Çalakvanê hiqûqî Ekrem Cinêd got rewşa aborî ya li Bakurê Sûriyê êdî yekser bi aboriya Tirkiyê ve girêdayî ye.

Ji Şamê jî çavkaniyan ji Şerq El-Ewset re da zanîn ku di çend rojên borî de hineke nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar baş bûye, ew jî bi derbasbûna karsazan a dolar li sûkan û desteserkirina hejmareke mezin ji dolar pêk hat. Her wiha jî banka navendî ya Sûriyê dest danî ser diravgehên girêdayî pereyên ji derve jî, bi wê re jî nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar ji 3 hezar 400 di duşema borî de daket 2 hezar û 400’î.

EL-EREB: HAKAN FÎDAN ROLA TIRKIYÊ DI PÊŞEROJA IRAQÊ DE EŞKERE DIKE

Der barê Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokê istîxbarata Tirkiyê Hakan Fîdan serdaneke nepenî li Iraqê pêk anî. Di serdanê de, bi rasthatina destpêkirina gera yekemîn a diyaloga Iraq û DYA’yê, bi gelek rayedarên iraqî re hevpeyvîn çêkir."

Rojnameya El-Ereb li ser zimanê çavkaniyên Bexdayê da zanîn ku serdana Fîdan ji Bexdayê re bi hedefa kişfkirina hawaya siyasî ya li hundir a girêdayî diyaloga Iraq-Amerîka ye ku gera wan a yekemîn li gorî kêmkirina hembûna leşkerî ya DYA’yê li Iraqê bi encam bû.

UKAZ: "OSMANIYÊ KRÊT" ...ERDOGAN DIÊŞÎNE

Girêdayî Tirkiyê, rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Gotina "Osmaniyê krtê" ne wesfekî ji du gotinan e ku di kanaleke Lubnanê re badilhewa derbas bûye, dengvedana wê rejîmna Erdogan êşand û birînên kev vekirin, bi wê re jî bertek bi rêya balyozxaneya xwe ya li Beyrûtê nîşan da. Her wiha komên alîgirên rejîma Tirkiyê yên li Lubnanê bertekên xwe nîşan dan û got ku divê li hember serokkomarê Tirkiyê rêzdar bin."

(fr)

ANHA