Pompeo: Cezakirina karmendekî konsolxaneyê zirarê dide têkiliyên DYA-Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got cezakirina karmendekî Konsolxaneya DYA’yê ya Stenbolê di destê dadgeheke Tirkiyê, baweriya di navbera her du dewletan de hildiweşîne.

Pompeo: Cezakirina karmendekî konsolxaneyê zirarê dide têkiliyên DYA-Tirkiyê
12 hezîran, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo duh bi daxuyaniyekê got DYA’yê tu îsbatên rastî ku destekê didin biryara dadgehê ji bo cezakirina Metîn Topuz ji bo alîkariya rêxistineke terorîst nedît ku 8 sal û 9 meh cezayê  girtîgeh lê birîne.

Pompeo diyar kir ku ev biryara dadgehê baweriya bi saziyên Tirkiyê hildiweşîne û esasê baweriyê yê têkiliyên DYA-Tirkiyê xira dike.

Di navbera DYA-Tirkiyê de nakokî ji ber kirîna Tirkiyê ya sîstema moşekan a Rûsyayê S-400’an hene, her wiha Washingtonê got ew sîstem nepeniyên  balafirên F-35 ên amerîkî aşkera dike.

(bx)

ANHA