Li Babê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li navenda bajarê Babê yê di bin dagirkeriya artêşa û çeteyên dewleta Tirk de ye teqînek rû da. Li gorî agahiyan du kes birîndar bûn.

Li Babê teqîn: 2 kes birîndar bûn
11 hezîran, 2020   13:06
MINBIC

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Babê yê dagirkerî dane, teqîn li nêzî nexweşxameya Farabî (Nexweşxaneya Osman) a li taxa Eşreayê pêk hat. Teqîn bi rêya mayînekê rû da.

Li gorî çavkaniyan ji ber teqînê du kes birîndar bûn û ziyanên madî gihaştin derdora cihê teqînê.

Li herêmên di bin dagikeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de alozî rû dide ku sivîl dibin qurbaniyên wê. Her wiha bûyerên revandin û kuştinê zêde bûne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6KI2gDkoc18" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>