Li Filistîn û Îsraîlê zêdebûna qurbaniyên Koronavîrusê

Li Îsraîlê ji ber Koronavîrusê hejmareke zêde ya pêketiyan hate tomarkirin. Li Îsraîlê 18  hezar û li Filistînê jî 665 kes bi vîrusê  ketine.

Li Filistîn û Îsraîlê zêdebûna qurbaniyên Koronavîrusê
11 hezîran, 2020   11:42
XAZE

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên dawîn de bi dehan kes bi Koronavîrusê ketine û kesek jî miriye.

Kenala ‘Kan’ a Îsraîlê ragihand ku hejmara kesên ku bi koronayê ketine, gihîşt 18 hezar 461 kesan, 29 kes ji wan jî di rewşa metirsiyê de ne.

Di heman çarçovayê de Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê pêketina  kesek nû bi  Koronavîrusê li parêzgeha Qelqîlê ya li Dîfa El-Xerbiye tomar kir.

Wezaretê da zanîn ku hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine li Quds, Dîfa El-Xerbiye û Xazeyê gihîşt 5 kesan.