Piştî xwepêşandanan Şam tedbîrên tund ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê digire

Hikumeta Sûriyê îro ragihand ku dê tedbîrên tund ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê bigire. Ew jî bi rasthatina gelek xwepêşandanan li herêmên Sûriyê û nêzbûna pêkanîna Qanûna Qeyser re pêk hat.

Piştî xwepêşandanan Şam tedbîrên tund ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê digire
10 hezîran, 2020   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê wiha da zanîn: "Pêwîst e asta amadekirî û pêşîlêgirtina Koronavîrusê bi tomarkirina 21 nexweşên ji derve hatine, bilind bike û tevî ku hejmara kesên pê ketine ne bilind e, lê nîşaneyeke xeternak a paşguhkirina hin kesan ve ye û dibe ku bi lez belav bibe."

Wezaretê di daxuyaniyê de hişyarî da û wiha anî ziman: "Xetereya paşguhkirina tedbîrên tenduristiyê ji aliyê hin kesan ve bandorê li selametiya malbat, derdor û civaka wan dike. Her wiha bandorê li çalakiyên aborî û xizmetguzarî dike. Bilindbûna rêjeya nexweşan dibe ku bibe sedem ku tedbîrên pêwîst li ser asta welat werin girtin."

Wezaretê diyar kir ku di demên berê de bi rêya tedbîrên bilez pêşî li vîrusê hat girtin, lê belê çi reftareke neberpirsyar dê Sûriyê vegerîne xetereyê, nexasim bi daxuyaniyên WHO’yê re ku Koronavîrus dibe li tevahî cîhanê pir belav bibe. Her wiha sistkirina tedbîran li hin dewletan, bi xwe re xetere anî.