QSD’ê di Pêngava Tunekirina Terorê de gelek çek û cebilxane desteser kirin

Di çarçoveya Pêngava Tunekirina Terorê de şervanên QSD`ê li gundewarên Dêrazorê û Hesekê gelek çek û cebilxane desteser kirin.

QSD’ê di Pêngava Tunekirina Terorê de gelek çek û cebilxane desteser kirin
10 hezîran, 2020   11:48
DÊRAZORÊ-EHMED MIHMED

QSD`ê li ser banga rûspiyên eşîrên herêmê di 4ê Hezîranê de dest bi Pêngava Tunekirina Terorê li gundewarên Dêrazor û Hesekê kir.

Îro şervanên QSD`ê bidawîkirina merheleya yekemîn ragihand, her wiha şervanan gelek çek û cebilxane desteser kirin û 110 kesên gumanbar û çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Ji fermandarên QSD`ê Sason Tolhildan ji ANHA`yê re ragihand ku di encama Pêngava Tunekirina Terorê de wan bi dehan şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girtine.

Sason Tolhildan got gelek çek, cebilxane û madeyên teqîner ku çeteyan li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar dianîn, desteser kirine. Sason Tolhildan da zanîn ku ev cebilxaneyên hatine desteserkirin beşek ji teqemeniyan e, beriya niha hejmareke mezin ji teqemeniyan radestî aliyên peywendîdar kirine û yên niha heyî dê radestî aliyên peywendîdar bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ezIVO_0lLJA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>