Komîteya Zimhêrê ya Hesekê madeyên demborî îmha kirin

Komîteya Zimhêrê ya Hesekê madeyên xwarin û paqijiyê yên demborî ku di gera xwe ya li dikan û depoyên bajarê û gundewar de desteser kiribûn, îmha kirin.

Komîteya Zimhêrê ya Hesekê madeyên demborî îmha kirin
10 hezîran, 2020   11:29
HESEKÊ

Di gerên endamên Komîteya Zimhêrê ya Hesekê de ku buhayên kel û pelan bişopînin, gelek madeyên demborî hatin desteserkirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Zimhêrê ya Hesekê Basil Emîn wiha got: "Madeyên ku hatine girtin, ji mirovan re ne kêrhatîne  û me şewitandin. Ew made jî vexwarinên bigaz û kel û pelên paqijiyê bûn."

Basil Emîn piştrast kir ku ew ê gerên xwe ji bo disîplînkirina buhayan li gorî lîsteya ku ji komîteyê derdikeve, berdewan bikin û madeyên demborî desteser bikin û bişewitînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a9O_9rjQERI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>