Hêzên hikumetê Sûriyê li Hemayê du gund vegerandin

Piştî ku çeteyên Tirkiyê di encama bomberbarana balafirên Rûsya de vekişiyan hêzên hikumeta Sûriyê li rojavayê gundewarê Hemayê îro du gund vegerandin.

Hêzên hikumetê Sûriyê li Hemayê du gund vegerandin
8 hezîran, 2020   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navend Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got: "Hêzên rejîmê carek din gundên El-Fitatre û El-Minare yên deşta El-Xab ên li rojavayê gundewarê Hemayê kontrol kirin."

Li gorî SOHR, di encama bomberbarana balafirên Rûsya de ji herêmê re tevî topbarana bejahî çeteyên Tirkiyê ji wan gundan vekişîn. Piştra hêzên rejîmê ew gund kontrol kirin.

Li aliyek din rojnameya El-Watan a Sûriyê got hêzên hikumetê êrişek dijwar a çeteyên Endsar El-Tewhîd û Huras El-Dîn ên terorîst a li dijî nuqteyên wan gundên El-Minare û El-Fitatre li rojavayê gundewarê Hemayê şikandine.

(şx)