PYD`ê ji ber şehadeta fermandar Kasim Engîn peyama sersaxiyê da

PYD`ê derbarê şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK‘ê Kasim Engîn de peyama sersaxiyê weşand û got: " Kesên bi dîroka Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistanê bi taybet dilîzin, fermandarên ku ji bo pêkanîna wekhevî, azadî û demokrasiyê tê dikoşin dikin hedef."

PYD`ê ji ber şehadeta fermandar Kasim Engîn peyama sersaxiyê da
8 hezîran, 2020   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî şehadeta endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Kasim Engîn peyamek weşand. Fermandar Kasim Engîn 27'ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Peyama PYD`ê wiha ye:

"Ji hevalên Partiya Karkerên Kurdistanê re

Hîna kesên ku bi dîroka Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistanê bi taybet dilîzin, fermandarên we dikin hedef. Bi vê yekê hewl didin çirûska azadî, wekhevî û demokrasiyê vemirînin. Ji Şêx Seîd Pîran bigira heta Seyd Riza, Qazî Mihemed, Ebdulrehman Qasimlo û Sadiq Şerfî Kendî li Rojhilatê Kurdistanê. Hedefkirina fermanderê partiya we şehîd Kasim Engîn berdewama vê zihniyata dûrxistin û înkarkirinê. Şehîd Kasim Engîn ji yekemîn fermandarên ku banga demokrasî, biratiya gelan, wekhevî û edaletê li Bakurê Kurdistanê kirine.

Em vê êşê bi we re parve dikin. Em piştgiriya xwe bi partî û têkoşîna we re radigihînin. Da ku bigihêjin civakek azad, demokratîk û pirrengî.`

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê îro ragihand ku endamê Komîteya Navendî Qasim Engîn di encama êrişa balafirên dagirkeriya Tirk de di 27`ê Gulanê de li herêmên Biradost ên girêdayî herêmên  Parastina Medya şehîd ketiye.

(şx)

ANHA