QSD: Di roja 5‘an de 11 çete hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihand ku ku di roja 5‘an a Pêngava Tunekirina Terorê de 11 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin.

QSD: Di roja 5‘an de 11 çete hatin girtin
8 hezîran, 2020   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyanyekê encamên roja 5‘an a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin diyarkirin:

"Hêzên me operasyonên paqijkirin û sergirtinê bi awayekî rêxistinkirî û koordîneyekê bi Hêzên Koalîsyona Navnetewî re didomînin.

Di operasyona paqijkirinê de ya li xeta sehra ya li beramberî sînorê Iraqê û aliyên din, hêzên Komandos û Hêzên Koalîsyona Navnetewî çalakiyeke bi bandor girtin ser nuqteyên şaneyên terorîtan. Di encamê de 11 terorîst hatin girtin."

Operasyênên hêzên me bi awayekî baş dimeşe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hRAJ-uRU5_4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>