`Divê jin ji zulm û bindestiyê were rizgarkirin`

Yekîtîya Rewşenbîrên jin a Kobanê bi daxuyaniyekê sûcên li dijî gelê Kurd têne kirin şermezar kirin û bang li dezgehên hiqûqî kirin ku bi cidî rê li pêşiya kuştinê bigirin û jinê ji zulm û bindestiyê  xilas bikin.

`Divê jin ji zulm û bindestiyê were rizgarkirin`
8 hezîran, 2020   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Yekitiya Rewşenbîrên Jin wiha ye:

`Di seranserî  cîhanê de bi rojan e guhertinên cur be cur diqewimin û her yek ji wan guhertinan xwe bi şêweyekî cuda radixîne ber çavên mirovahiyê. Lewra li beranberî êşên ku Cîhan ji trajedî û karesatên heyî dikişîne de, gelek tengasî jî rûdidin. Her wiha di nava şert û mercên aborî û zextên ku Sûriye bi gelemperî dikişîne de, her ku diçe rewş aloztir dibe û em jî wek gelê kurd tevî  van zehmetiyan li pêş çavên tevahiya cîhanê, tên kuştin û bi qirkirinê re rû bi rû dimînin.

Di herêmên me de her ku roj dibore ji rojê çûyî xirabtir dibe. Nema êdî helwestek cîhanî ya cidî derdikeve holê û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û Cîhanê her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber vê yekê ji dezgeh û saziyên mafên mirovan tê xwestin ku mirovahiyê ji tundî û zordariyê biparêzin.

Em wek endamên Yekîtîya Rewşenbîrên Kobanî yên jin bi tundî van qirêjiyan şermezar dikin û em bang li hemû dezgehan dikin ku vê rewşê bi cidî bigirin dest, rê li pêş kuştinê bigirin û jinê ji zulm û bindestiyê rizgar bikin.

ANHA