500 kes ji kampa Berde Reş vegeriyan Rojava

500 kesên ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li kampa Berde Reş a Başûrê Kurdistanê diman, di deriyê sînor ê Sêmalkayê vegeriyan.

500 kes ji kampa Berde Reş vegeriyan Rojava
500 kes ji kampa Berde Reş vegeriyan Rojava
500 kes ji kampa Berde Reş vegeriyan Rojava
8 hezîran, 2020   15:20
QAMIŞLO

Ji xelkên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê yên ji di dema êrişên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî penaberî Başûrê Kurdistanê bibûn û li kampa Berde Reş diman, 500 kes îro di deriyê sînor ê Sêmalkayê re vegeriyan.

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayê Mûdîriyeta Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo li deriyê sînor, testên pêwîst ji wan re çêkir û ji bo rewşên awarte ambûlanc hatin amadekirine.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê hemû tedîbr hêsan kir, seatên kar li deriyê dirêj kir.

Mûdîrê Têkiliyên Giştî yê Deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed anî ziman: "Dê derî heta saetên derengî şevê vekirî be ji bo pêşwaziya hemû kesên ji kampa Berde Reş  vedigerin, nexweş û kesên li wir asê mane bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZggstzyUk-g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>