Rêxistina Mafên Mirovan: Sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê dike li dijî mirovahiyê ne

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê – Sûriyê îşaret pê kir ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên li herêmên dagirkirî pêk tîne hesab jê were xwest û herî dawî jî sûcê li dijî jina ciwan a temen biçûk Melek Nebîh Xelîl Cûma.

Rêxistina Mafên Mirovan: Sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê dike li dijî mirovahiyê ne
8 hezîran, 2020   11:11
ŞEHBA

Rêxitina Mafê Mirovan a Efrînê – Sûriyê piştî rojekê ku cenazeyê jina ciwan Melek Nebîh Cûma di nava zeviyên gundekî rojhilatê herêma Ezazê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hate dîtin, daxuaniyek da.

Daxuyanî li kampa Serdem a  li kantona Şehbayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, dewleta Tirk berpirsê sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tên e.

Di daxuyaniyê de bal li ser van xalan hate kişandin:" Bi armanca ku dewleta Tirk tola xwe ji rola jinê ya pêşeng hilîne bi hemû rêbazen cuda li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berdewamî sûc dike. Herî dawî jî Melek Nebî Xelîl Cuma ya 16 salî di 23'yê gulanê de ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin û di 7'ê Hezîranê de hat kuştin û laşê wê li zeviyên gundê Fêrziyê yê Rojhilatê bajarê Ezazê hat dîtin. Di malperên ku hatine parvekirin de hovitiya ku li ser Melek hatiye kirin pir eşkere ye. Melek bi hinceta ku têkiliya wê bi Rêveberiya Xweser re heye hatiye kuştin. Em wek Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê daxwaz dikin ku rewş û çarenûsa Melekê bê eşkerekirin.

Çarenûsa gelek jinên mîna Melek di girtîgehên Tirkiyeyê de ne diyar e. Komên çekdar ê bi navê El-Hemzet li bajarê Efrînê sûcên dijmirovahî derheqê şêniyên herêmê de didin meşandin. Em dixwazin ku civaka navneteweyî ji bo qetilkirina jina kurd Melek bêdeng nemîne, ji ber ev kiryar tawanên şer e û divê ji sûcdaran hesab bê xwestin. Divê ku komîsyoneke navneteweyî ji bo şopandina rastiyan û lêpirsînê bê avakirin. Divê komên çekdar ên ku van kiryaran dikin ji Efrînê bên derxistin. Divê herêma Efrînê di bin çavdêriya navneteweyî de bê kontrolkirin."

ANHA