Rêveberiya Jinan a Tebqayê: Erdogan û çeteyên wî tundrawên serdemê ne

Rêveberiya Jinan a Tebqayê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li kantona Efrînê û siyaseta çewisandina siyasetmedarên Bakur şermezar kirin.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê: Erdogan û çeteyên wî tundrawên serdemê ne
8 hezîran, 2020   12:17
TEBQA

Artêşa Tirk li herêmên Sûriyê yên dagirkirî hîn jî sûcan pêk tîne û li dijî vê yekê de civaka kurdî berteka xwe nîşan da û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi beşdariya endaman daxuyaniyek da. Endama rêveber a Rêveberiya Jinan Radiya Abid daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Rêveberiya Jinan wiha ye:

"Qetilkirina zaroka bi navê Melek Nebîh Cuma Xelîl (16) ku sibeha cejna Remezanê çeteyan ew revandibû û piştî çend hefteyan cenazeyê wê li mezreyeke gundê Fêrêziyê hate dîtin, ne yekemîn sûc e ku dewleta Tirk pêk tîne. Beriya wê jî jinên Kurd revandin û di girtîgehên wan de hatine dîtin. Li gel vê yekê hemû pîvanên dermirovî û sûcan li dijî jinên revandî pêk anîn.

Leyla Guven bi armanca redkirina siyaseta faşîst û hovîtiya AKP`ê, 200 rojan di greva birçîbûnê de ma, bi ser ket û îsbata vîna gelan kir. AKP`ê parlamenteriya wê û hevrêyên wê betal kir û ew bi hincetên derew girtin.

Em jinên herêma Tebqayê bi tundî siyaseta çewisandinê ku siyaseteke derexlaqî û dermirovî ye, şermezar dikin û bang li rêxisitnên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî dikin ku yekser dest di sûcên APK`ê yên li hundir û derve werdin, di heman demê de dewleta Tirk wekî dewleteke dîktator a di bin hakimiyeta kesekî de ye, radigihînin."

(eh)

ANHA