​​​​​​​QSD`ê 8 çete di nav de endamekî berê yê El-Qaîde girt

Hêzên Taybet ên Komondos ên girêdayî QSD`ê 8 çete girtin di nav wan de endamekî berê yên El-Qaîdê heye.

​​​​​​​QSD`ê 8 çete di nav de endamekî berê yê El-Qaîde girt
8 hezîran, 2020   09:04
DÊRAZORÊ

Di çarçoveyê pêngava Tunekirina Terorê de QSD`ê pêşde diçe û şaniyên çeteyên DAIŞ`ê têk dibe.

Di operasyona QSD`ê ya li herêma gundewarê bakurê rojhilatê Dêrazorê û nêzî sînorê Iraqê-Sûriyê, 8 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ku di nav wan de endamekî berê yê rêxistina El-Qaîdê heye, girt. Hêjayî bibîrxistinê ye ku endamê El-Qaîde yê ku QSD`ê ew girtiye, di nava lîsteya terorî ya navneteweyî de ye.

Her wiha du çete jî bi eslê xwe lubnanî ne  li herêma Rewda ya nêzî sînor hatin girtin.

Di heman demê de hêzên Komondos 4 kîlanşînkov, 2 demançe, 5 cîhazên ji dûr ve tehekumiyê dikin û gelek çerçor bidest xistin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FmihhtoXUYM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>