Li Idlibê şer û topbaran

Li bejahiyên Idlib û Helebê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de şer û topbaranên dijwar rû dan.

Li Idlibê şer û topbaran
8 hezîran, 2020   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li eniyên bejahiyên rojavayê Helebê şeva berê şerekî dijwar bi çekên sivik û navîn derket, ew jî ji ber hewldana hêzên hikumetê ya derbasbûna derdora Kefer Eme pêk hat.

Hêzên hikumetê bi çekên giran gundên Kensefra, Bênîn û Riwêha yên bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin. Di heman demê de jî çeteyên dewleta Tirk baregehên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk amadekariyên leşkerî ji bejahiyên Laziqiyê heta ber bi bejahiyên Helebê ve xurt dikin.