NY‘yê sûcên Wîfaqê lêkolîn dike

NY‘yê ragihand ku ew raporên girêdayî kiryarên talankirin û wêrankirina milkan li bajarên Terhûna û Esabia ku hêzên hikumeta Wîfaqê di demên dawî de kontrol kirine lêkolîn dikin.

NY‘yê sûcên Wîfaqê lêkolîn dike
7 hezîran, 2020   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya NY‘yê ya li Lîbyayê di daxuyaniyekê de got, di çend rojên dawî de zêdeyî 16 hezar kes ji bajarên Terhûna û başûrê Terablusê koçber bûn.

NY‘yê diyar kir: "Li gorî raporan, hejmarek cenaze di nexweşxaneyek Terhûnayê de ne cihê aciziyê ye."

Her wiha got: "Me gelek raporên têkildarî kiryarên talankirin û wêrankirina milkên giştî û taybet li Terhûna û Esabiya girtin ku di hin rewşan de wekî çalakiyên ceza ê tolhildanê xuya dikin û gefê li tevna civakê ya Lîbyayî dixwe."

Lêkolînera di Rêxistina Human Rights Watch Henan Selah got, divê hikumeta Wîfaqê gavên lezgîn bavêje û sûcên tolhildanê li Terhûanyê rawestîne.