​​​​​​​Trump fermana vekişandina mûhafizên neteweyî ji Washingtonê da

Serokê DYA‘yê Donald Trump fermana vekişandina mûhafizên neteweyî ji Washingtonê da.

​​​​​​​Trump fermana vekişandina mûhafizên neteweyî ji Washingtonê da
7 hezîran, 2020   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump li ser twîttera xwe ev tişt nivisî: "Piştî ku her tişt ket bin kontrolê, a niha min ferman da ku mûhafizên neteweyî ji Washingtonê vekişin."

Trump got, endamên muhafizên şoreşê dê vekişin" Were xwestin, dikarin tavilî vegerin. Duh êvarê (Şemiyê) hejmara xwepêşanderan pir kêm bû."

Duh li gelek bajarên DYA‘yê bi deh hezaran amerîkî li dijî êrişa nejadperestî ya polîsan a  li dijî reşikê bi navê George Floyd xwepêşandaneke aştiyane li dar xistin. Di çalakiya li paytextê de ya li nêzî koşka Spî ku bi têlan hatibû asêkirin ti bûyer çênebûn.

Mûhafizên neteweyî hêzeke yedek girêdayî artêşa DYA‘yê, di rewşên tevlihevî û karestên xwezayî de dikevin dewrê.

Piştî xwepêşandaên mezin û bûyerên talankirinê li gelek bajarên DYA‘yê, Serokê DYA‘ê roja duşema borî soz dabû ku dê artêşa belav bike da ku "Qanûnê û sîstemê" bitepisîne. Ev yek bibû cihê nîqaşan.