Ji Navenda Lêkolînên Jineolojî pêngava dayîna semîneran

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Minbicê û Gundewarên wê bi aramanca naskirina civakî bi rola malbatê û çawaniya avakirina malbateke dirust pêngavek a dayîna semîneran da destpêkirin.

Ji Navenda Lêkolînên Jineolojî pêngava dayîna semîneran
Ji Navenda Lêkolînên Jineolojî pêngava dayîna semîneran
Ji Navenda Lêkolînên Jineolojî pêngava dayîna semîneran
Ji Navenda Lêkolînên Jineolojî pêngava dayîna semîneran
7 hezîran, 2020   15:44
 MINBIC

 Di dema dayîna semînerê de bi dehan jin û zilam ên xeta gundê Heyê yê rojhilatê bajarê amade bûn.

Di semînerê de 3 mijar hatin şîrovekirin. Ya yekemîn li ser dîroka kevin û nû ya malbatê, mijara duyemîn bingehên ne dirust ên avakirina malbatê û ya sêyemîn jî li ser çawaniya avakirina malbateke demokratîk ji bo demokratîkirina civakê bû.

Semîner ji aliyê endama navenda Lêkolînên jineolojî Xaliya Neîmê ve hate dayîn. Xaliya behsa malbatê di dîroka kevin û ya nû de kir û got: "Malbat berê ne mîna şeklê xwe yê niha bû. Malbata îro ji dayik, bav û zarokan pêk tê. Her ferdek rola xwe rêveberiyê malbatê de digire. Rola bavê rola rêveberê jin û zarokan e. Bi wateyek din bav serwerê tevahî malbatê ye. Heger em vegerin dîroka kevin, malbat ne bi vî şeklî bû. Malbat di destpêka derketinê de ji dayik, zarok, xal û xaltîk pêk dihat. Lê bi berfirehbûna sulalet û desthilatê wateya malbatê hate guhertin."

Der barê mijara duyemîn a semînerê de jî Xaliya ev tişt anî ziman: "Bi derketina desthilatdariyê re şeklê malbatê hate guhertin û veguherî saziyekê ku çand desthilatê zêdetir pêş xist. Ev desthilatdarî ne tenê li ser jinan di heman demê de li ser zarokan jî hate ferzkirin. Bi vê re malbat wekî tova sîstemê hate nirxandin. Şeklê sîstema malbatê  ya ku bavê girtiye mîna şeklê sîstema dewletê ye."

Xaliya îşaret bi rola malbatê ya beriya hezarên salan di parastina civakê de û got: "Heger îro malbat saziya desthilatdariyê ye yanî desthilata mêr li ser jin û zarokan, em ji bîr nekin ku malbatê beriya hezarên salan roleke girîng di parastina civakê de lîst. Malbat valahiyeke mezin di civakê de dadigire.  Heger em rola malbatê rakirin divê ev valahiya mezin were dagirtin, ji ber malbat gelek erk hilgirtiye ser xwe, jê rêxistinkirin û terbiyekirina nifşan bi awayekî dirust. Em encamên karesetên bidawîkirina rola malbatê îro li dewletên ewropayê dibînin."

Di mijara sêyemîn a semînerê de ya girêdayî çawaniya avakirina malbateke demokratîk ji bo demokratîkkirina civakî,  Xaliya got: "Divê em girîngiyê bidin zemîna ku malbat li ser wê ava dibe. Divê malbat li ser esasê tevkarî û rêzgirtina hevdin were avakirin. Divê ferdên malbatê bi hev re nîqaş bikin çawa malbatê birêve bibin, mafê jin û zarok û mêr biparêzin û bi awayekî dirust dûrî tundiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Piştî dayîna semînerê beşdaran li ser rêbazên çareserkirina pirsgirêkan û avakirina civakeke demokratîk nîqaş kirin.

Pêngava dayîna semîneran li bajar û gundên Minbicê didome.

ANHA