Dan û standinên Misir û Ewropayê li ser rawestandina veguhastina çeteyan ji Lîbyayê re

Hikumeta Misirê peywendî bi dewletên Ewropayê re pêk anîn da ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku veguhastina çeteyan ber bi Lîbyayê ve rawestînin.

Dan û standinên Misir û Ewropayê li ser rawestandina veguhastina çeteyan ji Lîbyayê re
7 hezîran, 2020   07:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji tora El-Erebiye Net re diyar kir ku hikumeta Misirê dan û standinên xwe bi dewletên Ewropayê re çêkirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve rawestînin, her wiha ji ber bandorê li ewlehiya nîştimanî ya Misirê û hundirê Lîbyayê dike.

Çavkaniyan piştrast kir ku hikumeta Misirê zextê dike ku di nava 48 saetan de agirbest li Lîbyayê pêk were.

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî duh dan û standinên xwe bi sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres, serokê Komseriya Yekitiya Afrîkayê Mûsa Feqîh û her wiha bi wezîrên karên derve yên Tûnis, Cezaîr, Erbistana Siûdî, Îmarat, Urdin û Mexribê re çêkirin.