8 kesên ku gumana têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya Pêngava Tunekirina Terorê de 8 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re heye, girtin.

8 kesên ku gumana têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, hatin girtin
7 hezîran, 2020   10:48
DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêngava leşkerî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê di roja 4`emîn de didomîne. QSD`ê ji  gundewarên Hesekê û Dêrazorê dest bi pêngavê kir.

Şervanên QSD`ê îro di qonaxa duyemîn a pêngavê de 8 kesên ku guman li ser heye ku girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ne, girtin.

Her wiha şervanan gelek çek û cebilxane li herêma El-Rewda ya bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê desteser kirin.

Tê zanîn ku qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li çolistana Dêrazorê ber bi sînorê Iraq-Sûriyê ve diçe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aClAgm56dxU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>