Pêngava Tunekirina Terorê didome: Miqdarek çek û cebilxane ket destê şervanan

Pêngava Tunekirina Terorê ya ku QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê daye destpêkirin di roja xwe ya sêyemîn di berdewam dike. Miqdarek çete û cebilxaneyên çeteyan ket destê şervanan.

Pêngava Tunekirina Terorê didome: Miqdarek çek û cebilxane ket destê şervanan
6 hezîran, 2020   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Tunekirina Terorê de pêşdeçûnên xwe yên li gundewarên Hesekê  û Dêrazorê didomînin. Di roja sêyemîn a pêngavê de 12 çete hatin girtin.

Şervanên QSD‘ê li bejahiya Dêrazorê li nêzî sînorê Iraqê dest danîn ser miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan; 3 çekên keleşnîkov, 8 cerçûr, demançeyek tevî 3 cercûran, çeka Brno û guleyên PKC.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SZRR48GoNIk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>