Piştî 16 salan deriyê Bendava Başûr a Hesekê dîsa ket xizmetê

Gerînendeya Jêderên Avê ya bajarê Hesekê piştî 16 salan cara yekê deriyê bendava Başûr a Hesekê ji bo avdana zeviyan vekir.

Piştî 16 salan deriyê Bendava Başûr a Hesekê dîsa ket xizmetê
6 hezîran, 2020   15:30
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM-HENAR ÎBRAHÎM

Bendava başûr a bajarê Hesekê ji 2004`an ve ji ber kêmbûna asta ava bendavê, nehatiye bikaranîn. Lê di salên 2019 û 2020`an de 605 milyon kilometer kabik av ji bo avdana zeviyan hate depokiirin

Endamê rêveber ê Beşa Jêderên Avê Mihemed El-Eswed diyar kir ku ew ji bo piştgiriya hilberînên havînê, pêkanîna rêgeza xwetêrkirin û aboriya herêmê deriyê bendava Başûr vekirin. Ji ber ku bi rêjeya ji sedî 70 ji şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin.

El-Eswed destnîşan kir ku deriyê bendavê di çarçoveya plansaziya avdana zeviyên hilberînên havînê de bi koordîneya di navbera Gerînendeya Jêderên , Gerînendeyên Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê û Sewalkariyê û Yekitiya Cotkaran de hate vekirin. Ev plan di 15‘ê Nîsana 2020`an de destpê kir û dê di 1‘ê Îloana 2020`an de bidawî bibe.

El-Eswed bal kişand ser ku deriyê bendavê ji herêma Erîşa heta herêma Besîra ya Dêrzorê ye. Bendavê dê tevahî zeviyên herêmên başûrê Erşîa, Şedadê û Mergede av bide.

Endamê rêveber ê Beşa Jêderên Avê ya kantona Hesekê diyar kir ku hejmara cotkarên herêmên Mergede, Erîşe û Şedadê yên ku navên xwe tomar kirine da ku sûd ji sotemenî û pêdiviyên çandiniyê werbigin gihaşt  665 cotkaran.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ea3QHBzp-R4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>