Li Helsinki girtina Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hat şermezarkirin

Li paytexta Finlanda, Helsinkiyê bi çalakiyekê darbekar ên AKP û MHP’ê yên li dijî parlamaneta Leyal Guven û Mûsa Farisogullari hate şermezarkirin.

Li Helsinki girtina Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hat şermezarkirin
6 hezîran, 2020   15:06
HELSINKI

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Însyatîfa Jina Kurd ve hate birêxistinkirin. Bi dehan Kurd û dostên wê beşdar bûn.

Girseyeya ku li navenda Helsinkî kom bûn pankartên; "Nikarî dest bavêjî îrada min" hatibûn hilgirtin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin li ser êrişên faşîzma AKP/MHP‘ê yên li dijî Kurdan û aliyên muxalif, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û danîna qeyûman li ser şaredariyên Kurdan û aliyên muxalif.

Her wiha betalkirina parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari yê HDP’yî hatin şermzarkirin

Çalakî ya bi qasî saetekê dewam kir û bi siloganên; "Diktatorê faşîst", "Parlamenter îrada me ne" û "dest ji îradeya me berdin" bi dawî bû.