Tîmên agirkujiyê şewata li Dêrazor û Reqayê vemirandin

Li herêma Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê derdora 12 donim zeviyên çandiniyê û li bakurê Reqayê jî 2 hektar zevî şewitîn. Tîmên Agirkujiyê şewat vemirandin beriya ku berfireh bibe.

Tîmên agirkujiyê şewata li Dêrazor û Reqayê vemirandin
2 hezîran, 2020   13:20
DÊRAZOR

Li herêma Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê ji ber çirûska terektora ku ka kom dikin şewat derket. Şewatê 12 donim zeviyê hatibû çinîn da ber xwe.

Li gundê Mirc El-Zihûr ê 20 km dikeve bakurê Reqayê agir bi 2 hektar zeviyê hatibû çinîn ket. Foca Agirkujiyê şewat vemirand û nehişt ku bighêje zeviyên din.

ANHA