Li Lîbyayê hevdîtinên agirbestê careke din dest pê kir

NY’yê ragihand ku gereke nû ya dan û standinan a her du aliyên binakok ên Lîbyayê dest pê kir da ku agirbestekê ragihînin.

Li Lîbyayê hevdîtinên agirbestê careke din dest pê kir
2 hezîran, 2020   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) vê sibehê daxuyand ku jinûve destpêkirina dan û standinên agirbestê û rêk û pêkiyên ewlehî yên hikumeta Wîfaq û artêşa Lîbyayê qebûl kiriye, ew dan û standin ewlehî li gorî reşnivîsa lihevkirina ku nûnerê ji her du aliyan re di nîqaşên komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) di 23’yê Sibata 2020’an de pêşkêş kirine.

Nûnera NY’yê ya Lîbyayê piştrast kir ku vegera her du aliyan a diyalogê bi nûnertiya bersivdana daxwaza piraniya lîbyayiyên a vegera jiyana ewle û birûmet e. Her wiha hêvî kir ku şer raweste û sînoreke ji xîtaba dijbertiyê re were danîn da ku saziyên dewletê vegerin.

Nûner domand ku hêvî dike ku jinûve destpêkirina diyalogên komîteya leşkerî bibe destpêka agirbesta li ser erdê û bibe şansek li hember agirbesta dawî. Her wiha bal kişand ser ku divê her du alî rê bidin nûnerên xwe da ku agirbesta ku di her du gerên berê de beşek mezin pêk aniye de, temam bikin.

Nûner bang li her du aliyan kir ku li hember encamnên civîna Barlînê û biryarên Meclisa Ewlehiya ya Navneteweyî ya taybetiya biryara 2510 (2020), biryara qedexeya şandina çekan û rawestandina tevahî piştevaniyên leşkerî, rêzdar bin.

Ta niha ji her du aliyan, hikumeta Wîfaq an jî artêşa Lîbyayê, tu piştrastkirineke fermî der barê erêkirina dan û standina nû ya agirbestê derneketiye, li gel wê jî bilindbûna leşkerî ya medyanî li derdora Terablus an jî bajarokên rojavayê Lîbyayê didome.

(fr)