Hevserokatiya PYD`ê salvegera damezirandina YNK`ê pîroz kir

Hevserokatiya PYD’ê 45`emîn salvegera damezirandina YNK`ê pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Hevserokatiya PYD`ê salvegera damezirandina YNK`ê pîroz kir
1 hezîran, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyameke pîrozbahiyê hêviya xurtkirina hevkariyê di navbera wan û Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (YNK) de xwest.

Di peyama pîrozbahiyê de wiha hate gotin: “Em kêfxweş in ku em salvegera 45`emîn a damezirandina YNK`ê li şûna hemû endamên partiya xwe li hemû endamên YNK`ê pîroz bikin. Em dîroka pîroz a têkoşîna we di nava 45 salan de pîroz dikin û hemû şehîdên ku canê xwe di oxira vê rêyê de dan, bi bîr tînin.

Em baş dizanin ku ev pêvajo girîng e û em bi hev re rastî aloziyan tên. Ji ber wê jî em îşaretê bi girîngiya berdewama diyaloga nîştimanî ya kurdistanî dikin. Em tekez dikin ku têkiliyên dualî baş in û em bi hêvî ne em zêdetir li gorî xizmeta doza gelê xwe û bi lez lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya kurdistanî, xurt bikin. Da ku ew kongre hêviyên gelên Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên rewa diyar bike.”

YNK di 1`ê Hezîrana sala 1975`an de hate avakirin.

(bx)