Dagirkeran kampek li goristana şehîdan ava kir

Çavkaniyan ji hundirê kantona Efrînê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker kampekê li goristana Şehîd Refîq a li gundê Metînayê  ava dike.

Dagirkeran kampek li goristana şehîdan ava kir
30 gulan, 2020   15:30
EFRÎN – SÎMAV XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên der mirovî li kantona Efrînê ya dagirkirî didomînin.

Çavkaniyan ji kantona Efrînê diyar kirin ku dagirkeran piştî ku ku goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê bajarê Efrînê xirab kirin,  jîngehekî ji bo kesên biyanî lê ava dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20‘ê Sibata 2018‘an goristana Şehîd Refîq topbaran kirin, di encamê de goristan wêran bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ODdd2J3yYYQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>