Çeteyên Tirkiyê mizgeft kirin girtîgeha îşkencekirina jinan

Hate ragihandin ku çeteyên bi navê " LîwaSemerqend" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker mizgeftek li navçeya Mabatayê kirin girtîgeha îşkencekirina jinan.

Çeteyên Tirkiyê mizgeft kirin girtîgeha îşkencekirina jinan
30 gulan, 2020   15:17
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî dane ANHA‘yê, çeteyên navê Lîwa Semerqend li xwe dikin mizgefa gundê Rota ya navçeya Mabatayê veguherandin girtîgehek taybet a îşkencekirina jinan.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çete jinên li navçeya Mabata, Cindirês û Şiyê bi tewana ku berê têkiliyên wan bi saziyên Rêveberiya Xweser re hebûn digirin.

Li gorî çavkanî, çeteyên "Lîwa Semerqend" a girêdayê MÎT‘ê li hemberî jinan her cûre îşkenceya fîzîkî û dirûnî dimeşînin.

ANHA