Wergirtina genim li Dêrazorê dest pê kir

Li Dêrazorê xebatên wergirtina genim dest pê kirin.

Wergirtina genim li Dêrazorê dest pê kir
30 gulan, 2020   15:55
DÊRAZOR

Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandinî  ya Dêrazorê navendên wergirtina genim amade kirine. Şirîketê navenda Hefet Kîlometer, navenda Eşra û navenda Mehlecê vekirine û ji bo wergirtinê karmend erkdar kirine.

Navend li gorî nirxên nû yê kirina genim ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirine genim, werdigire, ku her kîloyek bi 315 lîreyên Sûriyê ye.

Endamê rêveber ê Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandinî Ziyad El-Ebûd anî ziman ku xebatê wergirtinê dê dewam be ta tevahî berhemên  çandiniyê werbigirin.

ANHA