Li Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin

Bi dehan şêniyên bajarê Tebqayê sersaxiya malbatên her du şehîdên bi navên Norjiyan û Ebod El-Idlibî yên ku di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn de, kir.

Li Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin
Li Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin
Li Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin
Li Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin
Li Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin
Li Tebqayê sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin
30 gulan, 2020   11:48
TEBQA

Bi dehan şêniyên Tebqayê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Mala Jinan, Meclisa Sivîl a Tebqayê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn çûn mala her du şehîdên bi navên Abdurehman Qasim(Ebod El-Idlibî) ê şervanê Meclisa Leşkerî ya Tebqa û Ayet Bac (Norjiyan) a şervana YPJ’ê û sersaxiya malbatên wan kir.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mûsa Osman wiha axivî: "Em di merheleyên pêş ên têkoşîn û berxwedanê de ne û bûn sembloa azadî û agirê şoreşê di singe serhildêran de, bi saya keda şehîdan em gihiştin vê astê û me ji tevahî cîhanê re hêza parastina xaka xwe sepand, her wiha parastina destkeftiyên şehîdan jî sepand."

Li aliyekî din jî Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl Wela Nacî jî wiha axivî: "Wek jinên Tebqayê ji me re serbilindiyeke mezin e ku şehîda yekemîn Norjiyan  di axa pîroz de veşêrin. Şehîd Norjiyan ji tevahî jinan re sepand ku jin pêşenga şoreş û têkoşînê ye."

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina têkoşîna gelan û sekna li hember dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA