Minbicê dest bi wergirtina genim kir

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Minbicê îro dest bi wergiritina hilberîna genim kir.

Minbicê dest bi wergirtina genim kir
Minbicê dest bi wergirtina genim kir
Minbicê dest bi wergirtina genim kir
Minbicê dest bi wergirtina genim kir
30 gulan, 2020   10:35
MINBIC

Îro Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya bajarê Minbicê dest bi kirîna hilberîna genim  kir.

Şîrekt li navenda xwe ya bajarê Minbicê genim dikire, her wiha piştî tedbîrên wergirtinê hilberînê radike navenda Tewahin a başûrê bajarê Minbicê û tê depokirin.

Navenda Tewahinê ji bo 4 hezar ton genim  amade ye, her wiha muhteml e şîrket hilberînên herêma Firatê jî bikire, ji ber navendên herêmê nikarin depo bikin.

Îsal serjimariya erdên genim ên hatine çandin gihaşt 2 hezar û 100 hektarî, di heman demê de berhemdayîna her hektarekî nêzî 2 tonan e.

Xebata wergirtina genim heta bidawîkirina firotina dexl û danan berdewam e.

(eh)

ANHA