Meclisa Ewlehiya Navneteweyî dema ceza û qedexekirina çekan li ser Başurê Sûdanê dirêj kir

Meclisa Ewlehiya Navneteweyî biryara dema dirêjkirina ceza û qedexekirina çekan li ser Başurê Sûdanê heta Gulana 2021’an da.

Meclisa Ewlehiya Navneteweyî dema ceza û qedexekirina çekan li ser Başurê Sûdanê dirêj kir
30 gulan, 2020   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryara ku DYA’yê amade kiriye 12 deng girtin, lê Rûsya, Çîn û Başûrê Afrîkayê deng neda.

Bi dirêjkirina dema cezayan heya 31’ê gulana 2021’an, Meclisa Ewlehiya Navneteweyî biryara da ku li biryara 15’ê Çileya 2020’an vegere û heke rewş guncaw be dê guhartinan çêke  û cezayan rake.