Li Amerîkayê xwepêşandan hatin lidarxistin

Di encama bûyera li  Minneapolisê ya wîlayeta Minnesota ji ber qetilkirina amerîkiyê  George Floyd de ku bi koka xwe afrîkayî ye ku efserekî çongê xwe danî ser stûyê wî, şeva berê, li gelek bajarên Amerîkayê xwepêşandan rû da.

Li Amerîkayê xwepêşandan hatin lidarxistin
30 gulan, 2020   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li New Yorkê bi hezaran xwepêşander li navenda Barklîzê kom bûn û polîsan gelek welatî di xwepêşandana li herêma Brooklyn kom bûbû, girtin.

Nêzî  hezar kesî beşdarî xwepêşandana li bajarê Alantina bûn, her wiha li naverasta bajêr a nêzî navenda tora CNN’ê ya çapemeniyê agir pê ket.

Li Minneapolisê bi sedan xwepêşandêr biryara qedexekirina derketina derve bin pê kir û li derdora navenda polîsan kom bûn û agir pê xist.

Li gorî Reutersê,  xortekî afrîkî bi navê Bol Silêman (25) wiha axivî: "Em li vir in ji ber ku em nifşekî hişmend in û divê hin tişt werin guhertin."

Li bajarê Detroitê bi sedan kes beşdarî  "xweşpêşandaneke li dijî hovîtiya polîsan" bûn û diruşma "ger edalet nebe aştî jî nabe" berz dan.

Heman xwepêşandan jî li bajarên Dinfir jî rû da, bi wê re jî rêyeke lez hat girtin.