Balafirên artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kir, 2 welatî şehîd bûn

​​​​​​​Balafirên artêşa Tirk a dagirker, li herêma Behdînanê komkujiyek din pêk anîn. Di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de, bav bi kurê xwe re şehîd bûn.

Balafirên artêşa Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kir, 2 welatî şehîd bûn
30 gulan, 2020   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer di saet 10:00’an de nêzî çiyayê Kurejehro ya ser bi navçeya Şêladiz ya ser bi Dihokê bombebaran kirin. Di encama bombebaran balafirên artêşa Tirk de, bav bi kurê xwe re şehîd bûn.

Navê kesên di bombebaranê de şehîd bûne Celal Nuredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal, yên niştecihê bajarokê Dêrelok ya ser bi Dihokê ne.

(kc)