Balafirên artêşa Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, çiyayê Goşînê ya ser bi Herêma Biradostê bombebaran kirin.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kirin
30 gulan, 2020   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, liv û tevgera balafirên şer yên dewleta Tirk ya li ser herêmê hîn jî dewam dike.

Hêjayî gotinê ye di werza havînê de welatî berê xwe didin zozanan û niha li herêmê gelek kes hene.

Heta niha encamên bombebaranê nehatin zanîn.