Ciwanên PYD‘ê alîkariya xizanan dikin

Ciwanên PYD‘ê di çarçoveya pêngava "Berxwedan Jiyan e" de, alîkariya malbatên xizan dikin.

Ciwanên PYD‘ê alîkariya xizanan dikin
28 gulan, 2020   13:27
HESEKÊ

Rêxistina Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) alîkariya şêniyên xizan. Ciwanên PYD‘ê zeviyan diçînin û ji heqdestê patozan jî ji bo wan kom dikin.

Ciwanên PYD‘ê  di çarçoveya pêngava "Berxwedan Jiyan e" li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê de 80 donim kemûn çinîn û xebatên çinînê jî hîna didomînin.

Endamê rêveber ê PYD‘ê yê navçeya Dirbêsiyê Silêman Xelîl diyar kir ku ew ê pereyan li xizanan belav bikin.

Xelîl her wiha got: "Em bi vî karî radikim da ku ti malbat di wê rewşa jiyanî ya zehmete de hewcedar nemîne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dq4QKNT0b1w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>